ENKSê li ser PYDê bertek li biryara Hevpeymaniya Niştimanî da

Hewlêr (Rûdaw) – Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) bertek li Nevpeymaniya Niştîmaniya Sûriyê da û hin serkirdeyên Hevpeymaniyê tohmetbar kir, ku bi hiceta PYDê û PKKê, dixwazin kurdan bikin armanca xwe. Herwiha ji PYDê jî daxwaz kir, ku li Rojavayê Kurdistanê dest ji siyaseta serkûtkirina tevgera siyasî berde.

 

Di navbera kurd û erebên Hevpeymaniya Niştimaniya Sûriyê de, hêj nakokiyên tund berdewam in, piştî nameya Serokê Ofîsa Yasayî ya Hevpeymaniyê Heysem Malih, Hevpeymaniya Niştîmaniya Sûriyê daxuyaniyeke din di derbarê PYDê de belav kir û têde dibêje, ku PYDê û baskên wê yên ewlehî û leşkerî rêxistinên terorîst in û tawanên şer li dijî mirovayetiyê pêk anîne.

 

Hevpeymaniya Niştîmaniyê di daxuyaniya xwe de eşkere dike, ku PYD û baskên wê yên leşkerî bi hezaran welatiyên Sûriyê ji hemû pêkhateyan bi zorê koçber kirine û dibêje, ku li navçeyên di bin destê wê de, kiryarên kerkûtkirin û terorê li dijî serkirdeyên siyasî û çalakvanan pêk tîne, beşek ji wan girtine û hin ji wan jî mişextî kirine.

 

Hevpeymanî ji welatên ku piştgîriya HSDê dikin, xwest ku piştgiriya xwe rawestînin.

 

Lê piştî vê daxuyaniya Hevpeymaniya Niştimanî di demeke gelek kurt de, fraksiyona Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) di nav Hevpeymaniyê de nerazîbûna xwe nîşan da û ragihand, ku ew ne li gel vê daxuyaniyê ne û ji Hevpeymaniyê xwest, ku rêz li nêrîna pêkhateyên xwe bigre û li gor lîsta terorê ku vê dawiyê ji Netewên Yekbûyî derketibû, helwesta xwe di derbarê hemû grûpên terorîst de nîşan bide.

 

Fraksyona Kurdî di nav Hevpeymaniyê de ev demek e bêdengiya xwe şikand û hin serkirdeyên Hevpeymaniyê tohmetbar dike, ku bi hiceta PYDê û PKKê, dixwazin Kurdan bikin armanca xwe, ji bo ku doza kurdî vala derxin û di heman demê ji PYDê jî dixwazin, ku bi kiryarên xwe hincetan nexe destê aliyekî û dest ji siyaseta serkûtkirina tevgera siyasî li Rojavayê Kurdistanê berde.