Rêveberiya Xweser banga danûstandinên Sûrî - Sûrî li Hikûmeta Sûriyê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekeziyê li ser destpêşxeriya xwe ya diyaloga bi Hhikûmeta Sûriyê re dike û tekez dike ku take rêya çareseriyê ji bo krîza Sûriyê, diyaloga Sûrî - Sûrî ye.

Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser, daxwazê ji Komkara Erebî dike ku di vê derbarê de, xwedî roleke çalak be. Cîgirê Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser dibêje k ku ev destpêşxerî, nexşerêyek e ji bo çareseriyê bi awayekî ku berjewendiya gelê Sûriyê  û pêkhateyên wî bê garantîkirin.

Berpirsên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji nêzîkî hefteyekê ve, tekeziyê li ser destpêşxeriya xwe ya diyaloga ligel Hikûmeta Sûriyê dikin û dûpat dikin ku take rêya çareseriyê ji bo krîza Sûriyê, diyaloga Sûrî – Sûrî ye.

Cîgirê Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid daxwazê ji Komkara Erebî dike ku di vê derbarê de, xwedî roleke kara û aktîv be.

Cîgirê Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid anî ziman, “Em di Rêveberiya Xweser de çaverê ne ku ev diyalog Sûrî – Sûrî be, li gorî destpêşxeriya ku Rêvebeirya Xweser ragihandiye, ji bo diyalogê ligel hêzên demokrat û hikûmeta Sûriyê, da çareyeke Sûrî hebe, piştgir be ji biryara 2254 re, herwiha pêwîst e Komkara Erebî bi roleke aktîv rabe ji bo çareya krîza Sûriyê li gorî vê destpêşxeriyê û li gorî biryara 2254. Ne pêkan e krîza Sûriyê di encama lihevhatinên navbera dewletan bê çareserkirin, lê belê ew pirseke navxweyî ye, ne pirseke derekî ye.”

Cîgirê Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Yasir Silêman jî tekeziyê li ser wê yekê dike ku çareya nîştimanî take bijardeya li pêş hemû aliyên Sûrî ye.

Cîgirê Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Yasir El-Silêman got, “Çareya nîştimanî  bijarde ye. Çi civînên ku bibin jî, eger projeyên nîştimanî dûr bixin, êdî wê civînên neserkeftî bin, em li wê destpêşxeriyê dinêrin ku Rêveberiya Xweser pêşkêş û pêşniyar kiriye ku ew nexşerêyek e ji bo çareseriyê. Ew destpêşxeriyeke nîştimanî ye, şayisteyê sererastkirin û pêşxistinê ye, bi awayekî ku berjewendiya gelê Sûriyê û pêkhateyên wê garantî bike, ji bo nehîştina krîzê û vegera koçberan û jinûveavakirina Sûriyê.”

Roja Sêşemê 18ê Nîsana 2023an, Rêvebeirya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpêşxeriyek ragihand, û tê de daxwaz kir ku Hikûmeta Sûriyê û aliyên din ên wî welatî, dest bi proseya diyalogê bikin, ji ber ku bi gotina wan, tenê bi diyalogê çareyê ji krîza wî welatî re tîne.