Esed 5 wezîrên kabîneyê guhertin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Sûriyê Beşar Esed bi fermanekê 5 wezîrên kabîneya hikûmeta wî welatî guhertin û li cihên wan wezîrên nû destnîşan kirin.

Li gor Serokatiya Sûriyê, Beşar Esed roja Çarşemê 29ê Adara 2023an bi biryarekê wezîrên Petrol, Bazirganiya Navxwe, Pîşesazî, Karbûarên Civakî û Dewletê guhrtin.

Li gorî biryara Esed, Fîras Hesen Qedûr li cihê Besam Tuame bû Wezîrê Petrol û Çavkaniyên Xwezayî, Muhsin Ebdulkerîm li cihê Emro Salim bû Wezîrê Bazirganiya Hundirîn û Parastina Kiryar,  Ebdulqadir Coxedar li cihê Ziyad Sebax bû Wezîrê Pîşesaziyê,  Luay Îmadedîn El-Minecid li cihê Mihemed Seyfedîn bû Wezîrê Karûbarên Civakî û Kar.

Beşar Esed herwiha karê Wezîrê Dewletê Mihemed Fayiz bi dawî kir û li cihê wî Ehmed Postecî wek Wezîrê Dewletê destnîşan kir.

Piştî hilbijartinên parlamentoyê li navçeyên di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de, roja 10 Tebaxa sala 2021ê Serokê Sûriyê Beşar Esed kabîneya nû ya hikûmeta wî welatî bi serokatiya Serokwezîr Hisên Ernûs ragihandibû.

Kabîneya hikûmeta Sûriyê ji 29 wezîran pêk tê.