Geir Pedersen: Qonaxa şer li Sûriyê bidawî hatiye

Hewlêr (Rûdaw) - Şanderê Neteweyên Yekbûyî bo kirîza Sûriyê ragihand ku qonaxa şer li Sûriyê bidawî hatiye, û êdî dema çareseriya siyasî ji bo kirîza wî welatî hatiye.

Geir Pedersen gotiye, “Aliyên sereke ên peywendîdarên kirîza Sûriyê ez agahdar kirime ku qonaxa operasyonên serbazî bidawî hatiye.”

Pederson behsa rola Amerîka û Rûsyayê li Sûriyê kiriye û diyar kiriye, “Nakokiyên stratejî di navbera Amerîka û Rûsyayê de li Sûriyê tune ne. Herdu welatan ez agahdar kirime ku ew amade ne tevlî pilana min a nû, gavek li hember gavekê, bibin.”

Derbarê helwesta Rûsyayê, Qasim el-Xetîb, endamê komîteya biçûkkirî ya nivîsandina reşnivîsa destûra Sûriyê ji Rûdawê re axivî û bi tundî rexne li helwesta Hevpeymaniya Navdewletî ya hikûmeta Sûriyê girt.

Qasim el-Xetîb got, “Ji sala 2011an ve, piştevaniya Moskowê ji bo rejîma Esed ranewestiyaye, çi piştevaniya siyasî be yan jî serbazî be. Moskow her dem hewl dide ku Esed bide pêş û rejîma wî ya emnî biparêze û wî bi ser gelê Sûriyê û civaka navdewletî de bisepîne.”

Şanderê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ragihandiye ku ew hêvî dike di dema hevdîtina xwe ligel berpirsên hikûmet û opzisyona Sûriyê de, herdu alî bi erênî ji naveroka plana wî ya nû bigihîjin.