Li Sûriyeyê îsal 127 kesan xwe kuştiye

Hewlêr (Rûdaw) – Bijîşkiya Dadî ya Sûriyeyê ragihand ku ji destpêka îsal ve 127 kesan xwe kuştiye.

Li gorî daxuyaniya Bijîşkiya Dadî ya Sûriyeyê, van kesan li herêmên di bin kontrola Hikûmeta Sûriyeyê xwe kuştiye.

Serokê Desteya Giştî ya Bijîşkiya Dadî ya Sûriyeyê Zahir Heco ragihand ku ji van 127 kesan, 85 mêr; 42 jî jin in.

Li aliyê din, di nav wan 127 kesan de 33 kes hîn zarok bûne. 

Heco da zanîn “Sala par di heman demê de li Sûriyeyê 140 kesî xwe kuştibû”.

Li gorî amarên Bijîşkiya Dadî ya Sûriyeyê amarên wan kesên ku xwe kuştiye li gorî parêzgehan bi vî awayî ne:

- Heleb: 23 kes

- Şam: 33 kes

- Laziqiye: 18 kes

- Tertûs: 18 kes

- Siwêda: 13 kes

- Hema: 11  kes

- Hims: 6 kes

- Deraa: 4

- Quneytre: Kesek