Brîtanya dê 2 milyon dolaran ji bo çareserkirina kolerayê bide Sûriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Brîtanyayê dibêje ji bo kontrolkirina nexweşiya kolerayê û çareserkirina wê ew dê 2 milyon û 322 hezar dolar pêşkêşî Sûriyê bike.

Wezareta Derve ya Brîtanyayê roja Înê 28ê Cotmeha 2022an bi daxuyaniyekê ragihand ku ew dê 2 milyon û 322 hezar dolar bide UNICEFê ji bo alîkariya kesên ku li seranserê Sûriyê bi kolerayê ketine.

Wezareta Derve ya Brîtanyayê dibêje, ew dê alîkariyê pêşkêşî UNICEFê bikin, daku navendeke çareseriya kolerayê li Sûriyê ava bike, dermanê pêwîst peyda bike, xelkê rahênan û hişyar bike daku rê li pêşiya belavbûna kolerayê bigirin.

Şêwirmendê Serokwezîrê Brîtanyayê bo Rêgirtin li Tundûtîjiya Sêksî di şer de Tariq Ehmed dibêje: "Em derbarê belavbûna kolerayê de li seranserê Sûriyê gelekî nîgeran in, ku ji deh salan ve dibe yekem car li wir belav dibe. Metirsî heye ji ber kêmxwarin û nebûna ava paqij rewş xirabtir bibe.”

Tariq Ehmed dibêje, “Brîtanyayê Sûriye ji bîr nekiriye û her dem em kar dikin ligel hevbeşên xwe yên navdewletî da ku piştrast bin yek bersiva me hebe ji bo çareserkirina krîza wî welatî.”

Rêxistina Alîkarîkirina Zarokan ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) 20ê Cotmeha 2022an di raportekê de ragihand ku ji sedî 26ê xelkê li Sûriyê bi kolerayê ketine zarokên jêr 5 salî ne û hejmara pêketinê di nav zarokan de zêdetir dibe.

Li gor Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (WHO), ji 25ê Tebaxê ve heta nîvê Cotmehê 75 kesan li Sûriyê ji ber kolerayê canê xwe ji dest dane û 20 hezar û 14 kesên din jî bi wê nexweşiyê ketine.