Esed Cîgirê Serokwezîrê Sûriyê yê kurd Qedrî Cemîl ji ser kar dûrxist

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Sûriyê Beşar Cîgirê Serokwezîrê wî welatî Qedrî Cemîl ku ev demeke li paytexta Rûsya Moskoyê ye, ji ser posta wî dûrxist.

Li gor nûçeya televizyona fermî ya Sûriyê, Esed îro (29.10.2013) fermanek da û Qedirî Cemîl ji posta Cîirê Serokwezîrê Sûriyê avêt.

Dûrxistina Cemîl piştî wê yekê tê ku ew “bêdestûr” li ser karê xwe amade nebûye û erkên xwe wek Cîgirê Serokwezîr bo Karûbarên Aborî bicîh nehaniye. Wî herwiha bêyî hemahengiya bi hikûmetê re çalakiyên xwe li derve kirine.

Qedirî Cemîl ku bi eslê xwe kurdê Şamê ye, Serokê Partiya Îradeya Gelerî ya Sûriyê ye ku xwe wek beşek ji opozîsyona hundirê Sûriyê dide naskirin. Li hember vê yekê, Qedrî Cemîl ji televizyona fermî ya Rûsya RT re ragihand ku haya wî ji vê meselê nîne û zanyariyên wî derbarê dûrxistina wî ji posta Cîgirê Serokwezîriyê nînin.

Qedrî Cemîl vê dawiyê li Moskoyê digel çend rayedarên Wezareta Derve ya Amerîkayê civiyabû. Çavdêr dibêjin, dibe ku mayîna Qedrî Cemîl û dûrxistina wî ji wê postê ji ber wê yekê be ku bi navê opozîsyona hundir tevlî kogreya Jinêv2 bibe.

Qedrî Cemîl roja 19ê Tebaxa îsal beşdarî bûltena nûçeyan a Rûdawê bibû û diyar kiribû ku gelê kurd li navçeyên kurdî yên Sûriyê helwesteke pêşketî, aştiyane û niştimanî ya paye bilind nîşan dane, lewra niha grûbên radîkal tolê jê vedikin û komkujiyan li dijî wan bikar tînin. Cemîl her wiha gotibû ku pêwendiyên hikûmeta Sûriyê ligel partiyên kurd bi giştî baş in, ew beşeke sereke ne ji opozisyonê û dê beşdarî kongreya Jinêv 2 bibin.

Derbarê rêvebirina herêmên kurdî de, Qedrî Cemîl wiha axivîbû: “Ew herêm di destê xelkê wan herêman de ye. Hêzên ku hebûna wan li ser erdê heye û dijî destêwerdana derve ne û Rêvebriya xweserî damezrandine, wan herêman birêve dibin. Lê hinek hêzên hikûmeta Sûriyê jî li Qamişlo û Hesekê hene.” Derbarê têkiliyên hikûmeta Sûriyê û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de Cemîl wiha dabû zanîn: “Rewşa li ser erdê şêweyê hevsaziyê di navbera hêzên ku xelkên sivîl diparêzin û yekîneyên artêşa Sûriyê de ferz dike. Ev de facto ye û hevsasî di navbera herdu aliyan de karekî jîwarî ye û heye.”