Koçberên Hecînê gazinan ji nebûna alîkariyên mirovî dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Koçberên bajarokê Hecîn ê ser bi parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyê, gazinan ji nebûna alîkariyên mirovî dikin û pêwîstiya wan bi çareserkirina tendirustî heye.
Koçberekî ji Kampa Îwa ya koçberên bajarokê Hecîn û derdora wê, ji medyayê re ragihand ku rêxistinên mirovî alîkariyên pêwîst ji bo koçberan pêşkêş nakin.
Heman koçberî herwiha got ku DAIŞ mayinan li ser rêyan datîne ji bo ku dernekevin û weke mertalên zindî bêne bikaranîn.
Bi gotina koçberê kampa navborî, tenê Encûmena Sivîl a Dêrezorê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) alîkariya wan dikin.
Hinek koçber jî, bi nexweşiyên giran in û pêwîstiya wan bi çareseriya tendirustî heye.
Bi gotina heman koçberî, li navçeyên Hecîn, Elşeife û Elsûse nêzîkî 5 hezar kesî hene, li jêr dorpêçê ne û pêwîstiya wan bi korîdorekê heye ku derkevin.
Kampa Îwa, ji bo koçberên navçeyên bajarokê Hecîn û derdorê ye, li rojhilatê Dêrezorê.