Heleb; Hêzên Sûriyê ciwanekî Kurd ê 17 salî girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li rêbendeke hêzên hikûmeta Sûriyê li bajarê Helebê, ciwanekî Kurd ku dixwest pêdiviyên cejnê ji malbata xwe re bikire, hatiye girtin û heta niha çarenivîsa wî nayê zanîn.

Tora Çalakên Efrînê û Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihandine ku li rêbendeke hikûmeta Sûriyê li bajarê Helebê, ciwanekî Kurd hatiye girtiye.

Ciwanê Kurd ê 17 salî navê wî Alan Luqman Ebdo ye, û xelkê gundê Cincalya yê ser bi nahiyeya Raco ya Efrînê ve ye.

Hatiye ragihandin ku Alan Luqman berî Cejnê hatiye girtin. Derbarê awayê girtina wî de jî hatiye gotin, dema Alan dixwest ji kampên Şehbayê biçe Taxa Şêx Meqsûd a kurdnişîn a li Helebê, ji bo ku pêdiviyên Cejna Qurbanê ji malbata xwe re bikire, li ser rêbendeke hikûmeta Sûriyê li Helebê hatiye girtin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihandiye, heta niha çarenivîsa wî ciwanê Kurd nayê zanîn.

Ew demeke dirêj e ku hêzên hikûmeta Sûriyê herdu taxên Kurdî yên bajarê Helebê, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dorpêç kirine û ji bo çûn û hatina xelkê û herwiha veguhastina kelûpelan bo wan taxan astengiyan çêdikin.

Her du taxên Kurdî yên Helebê di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne û di warî îdarî û birêvebirinê de ji aliyê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ve tên birêvebirin.