Şandina alîkariyê ji kampa Rukban re hat paşxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî ragihand ku şandina alîkariyan ji kampa Rukban a koçberên Sûriyê ji ber çend sedemên lojîstîk û rewşa ewlehiyê hat paşxistin.

 

Biryar hatibû standin, ku îro Şemiyê (27.10.2018) alîkariyên navdewletî bigihên kampa Rukban li Sûriyê, ew jî piştî ku hikûmeta Sûriyê, bi awayekî fermî razîbûna xwe nîşan dabû, ku rê li ber gihiştina alîkariyê veke.

 

Ji ber çend sedemên lojîstîk û rewşa ewlehiyê ew biryar hat rawestandin û ji bo demeke nediyar hat paşxistin.

 

Berpirseke ofîsa Neteweyên Yekgirtî li Şamê, Fedwa Ebid Rebo ragihand, ku wan bi alîkariya Heyva Sor a Erebî li Sûriyê, xwe amade kirine ku alîkariyê ji 50 hezar koçberên li nav Kampa Rukban pêşkêş bikin.

 

Di 15 rojên derbasbûyî de, herî kêm 12 kesan li nav kampê ji ber rewşa xerab, jiyana xwe jidest dabûn.

 

Kampa Rukban li sêgoşeya sînorî di navbera Sûriyê, Urdin û Iraqê de ye, ku ji aliyê leşkerî di bin kontrola Hêzên Amerîka de ye, lê rêyên derdora wê navçeyê ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve hatine girtin.