Çekdarên radîkal 2 dêr li Sûriyê şewitandin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirov a Sûriyê aşkere kir ku çekdarên radîkal yên girêdayî rêxistina El Qaîde, 2 dêr li bajarê Reqayê şewitandin û xaça yekê jî şikandin.

Rêveberê rêxistinê Ramî Ebdilrehman ji AFP re got ku, çekdarên dewleta îslamî li Iraq û Şamê ku dest daniye ser bajarê Reqayê, kel û pelên di nava dêra Seydet Elbişare ya romên kasolîk şewitandin.

Ebdilrehman bal kişand ku, çekdaran her wiha xaça li ser dêra Elşuhda ya ermenên kasolîk jî şikandin û li şûna wî ala dewleta îslamî bilind kirin.

Rêxistinê ev karên çekdarên radîkal şermezar kir û got, ew kar li dijî şoreşa Sûriyê ne.

Li heman bajarî, oldarê navdar yê xirîstyan û dostê şoreşa Sûriyê Pawlo Dalylo jî di dawiya tîrmehê de hatiye revandin û heta niha nayê zanîn ka li kuderê ye û çalakvan dibêjin ew ji aliyê çekdarên dewleta îslamî ve hatiye revandin.