Dijbereya Sûriyê: Em ji nameya Heysem El Malih ne berpirsyar in

Hewlêr (Rûdaw) – Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Dijbereya Sûriyê naveroka nameya Serokê Lijneya Yasayî ya Hevpeymaniya Niştimanî ku têde hêzên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê bi kuştina ereban û guhertina demografiya bakurê Sûriyê tohmetbar kiribûn, red kir û da xuyakirin ku helwesta Heysem El Malih ne siyaseta hevpeymaniyê ye.

 

Hevpeymaniya Niştimanî di daxuyaniya xwe de diyar kiriye, ku Serokê Lijneya Yasayî ya Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê Heysem El Malih di 25ê Tîrmeha 2017an de li ser rewşa Reqayê û bakurê Sûriyê name ji Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropayê, Zanîngeha El Erebiye û Rêxistina Alîkariya Îslamî re şandibû û di nameya xwe de hêzên kurdî bi kokmujiya derheqê niştecihên ereb ên Reqayê û deverên din ên bakurê Sûriyê û guherandina demografiya herêmê  tohmetbar kiribû û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) weke berpirsyarê wan kiryar û siyasetan bi nav kiribû û daxwaz kiribû ku navê wê partiyê bikeve di lîsteya terorê de.

 

Hevpeymaniya Niştimanî ya Dijbereya Suriyê di daxuyaniyê de dibêje, fikr û ramanên ku di nameyê de hatine nivîsandin, ne ramanên siyaseta hevpeymaniyê ne û hatiye diyarkirin, ku name beriya ku were hinartin, ji hevpeymaniyê re û ji desteyên serokatî û siyasî re nehatiye pêşkêşkirin.

 

Cîgirê Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Dijbereya Sûriyê Ebdulbasit Hemo jî ji Rûdawê re ragihand, ku koma kurdî ya di hevpeymaniyê de ku nûnertiya Encumena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) dikin, li ser vê nameyê bê agah in û em tiştên ku hatine nivîsandin pesend nakin.

 

Herwiha Hemo aşkere kir, ku di derbarê nameyê de li gel Serokê Hevpeymaniya Niştimanî hatine ba hev û Serokê Hevpeymaniyê jî diyar kiriye ku haya wî ji naveroka nameyê tune bûye.

 

Weke din Ebdulbasit Hemo amaje bi wê yekê kir: “Name tenê ji aliyê Serokê Lijneya Yasayî Heysem El Malih ve hatiye şandin û em ji naveroka wê, ne berpirsyar in.”