Cebhet El-Nusra kuştina el-Colanî red dike
Hewlêr (Rûdaw) - Grûpa Cebhet el-Nusra ya girêdayî rêxistina El-Qaîde ew nûçe red kirin ku dibêjin rêberê wê Ebû Mihemed El-Colanî li Sûriyê hatiye kuştin.
Duh, televizyona Sûriyê di nûçeyeke bilez de gotibû ku rêberê Cebhet el-Nusra Ebû Mihemed El-Colanî di şer û pevçûnên li derdora bajarokê Laziqiye li rojavayê Sûriyê de hat kuştin.
Cebhet El-Nusra di daxuyaniyekê de ku ji aliyê hinek malperên cîhadî ve hatiye weşandin, got “Em mizgîniyê didin milet ku Ebû Mihemed El-Colanî selamete û di nava xêr û xweşiyên Xweda de ye.`
Di daxuyaniyê de hatiye ku televizyonekê, mebest jî televizyona fermî ya Sûriyê ye, nûçeyên ne rast û derew belav kirine ku dibêjin qaşp emîrê Cebhet El-Nusra hatiye kuştin.
Ajansa Sana ya fermî ya Sûriyê jî piştî ku ew nûçe belav kir, piştî çend deqeyan nûçe li ser rûpelên xwe rakir.
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan jî li ser zarê çavkaniyên di nava Cebhet El-Nusra de veguhastiye ku El-Colanî nehaiye kuştin.