Şêwirmendê hêzên hevpeymaniyê: Em dê li Sûriyê bimînin heya Îran vekişe

Navenda Nûçeyan - Şêwirmendê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê li Sûriyê Willam Robak ragihand ku heya ku DAIŞ bi dawî bibe û hêzên Îranê û hevalbendên wê ji Sûriyê vekişin ew dê li Rojava Kurdistanê û Sûriyê bimînin.

 

Şêwirmendê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê li Sûriyê Willam Robak serdana Rojavayê Kurdistanê kir û piştî civîna bi Meclisa Gel a navçeya Şedadê re daxuyana da çapemeniyê.


Willam Robak diyar kir ku şanda wan bi Meclisa Şedadê re çend mijarên girîmg û gelek pirsgirêk gotûbjê kirine û wiha pê de çû: “Me pirsgirêkên sereke wekî tenduristî, elektorîk, perwerde û çend pirsgirêkên welatiyan nirxand. Armanca me alîkariya xelkê deverê ye û di heman demê de têkbirina rêxistina terorîst a DAIŞê û pêkanîna aramiya herêmê ye.”


Li ser mana hêzên amerîkî li herêmê jî Robak wiha got: “Hêzên me dê heya demeke dirêj li vir bimînin, heya ku rêxistina DAIŞê ji holê rabe û herwiha wekî serok Trump daye xuyakirin, em dê li vir bin heya  heya hêzên Îran û hevalbendên we jî vekişin.”