SOHR: Li bakurê Helebê leşkerekî Tirkiyê hat kuştin, yek jî birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di encama topbaranekê bo ser binkeya serbazên Tirkiyê ya li bajarokê Kilcibrînê li bakurê Helebê leşkerekî Tirk hatiye kuştin û leşkerekî din jî birîndar bûye.

Hêzên Tirkiye bi 50 mûşek û gulletopan bajarokê Til Rifatê li bakurê Helebê topbaran kirin, di encam de 3 jin û zilamek birîndar bûn.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, şeva 26ê Temûzê hêzên Tirkiye bi 50 mûşek û gulletopan bajarokê Til Rifatê li bakurê Helebê bordûman kirin, di encam de 3 jin û zilamek birîndar bûn, hevdem hêzên Tirkiye gundên Merenaz û Şêx Îsa li Şehbayê topbaran kirin.

Li gor Rewangeha Sûrî îro danê êvarê ragihand ku bordûmana hêzên Tirkiyê bo ser Til Rifat ji encama kuştina serbazekî û birîndarbûna yekî din bû li binkeya Tirkî li bajarokê Kilcibrînê li bakurê Helebê ku ji aliyê hêzên hikûmetê ew binke hatibû armanckirin.