Şam: Xiristiyanan tevî rewşa xirab pêşwaziyeke germ li Christmasê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Tevî salên şêr ên dirêj li Sûriyeyê Xiristiyan ji bo paşerojê geşbîn in û bi aheng û konseran Christmasê derbas dikin.

Li bajarê Şamê yê paytexta Sûriyeyê, Xiristiyanan tevî rewşa xirab pêşwaziyeke germ li Christmasê kirin.

Şêniyê Xiristiyan ê Şamê Jony Yûsif got:

“Îsal keşûhewaya xweş heye, wek her salê li welatê me. Bê guman rewşa siyasî giraniya xwe ya nebaş berdaye ser rewşa welat lê em miletekî çalak û geşbîn in û çavê me di rojên bê de li tiştekî baştir e.”

Li bajarokê Yebrûdê yê Xiristiyannişîn ê li gundewarê Şamê li nav dêrê xelkê deverê rêûresm û ahenga Christmasê bi rê ve dibe lê zanayekî olî derbarê tişta ku li navçeyê çêdibe zêde dilgiran e.

Keşe û Damezrênerê Koma Şahiyê Îlyas Zehlawî anî ziman:

“Eger em bi giştî li cîhanê û li welatê Pêxember Mesîh ku lê ji dayik bûye Filîstînê û bi taybetî Xezeyê binêrin, dê bipirsin kanî hezkirin?

Me çi kir ji hezkirinê? Me Xweda ji jiyana xwe û mirovatiyê derxistiye. Mixabin dêr beramberî vê rewşa karesatbar bêdeng bûye.”

Li gorî raporeke Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, berî şerê navxwe yê Sûriyeyê ji sedî 10ê xelkê Sûriyeyê Xiristiyan bûn lê niha nêzîkî ji sedî 2.5 li vî welatî mane.