Rûdaw li Ukraynayê ye: Kargehek bi taybetî cil û bergên leşkerî yên jinan çêdike

Hewlêr (Rûdaw) - Li Ukraynayê, di kargeheke taybet a cil û bergên leşkerî de hemû terzî jin in û di nav sê salan de wan cil û berg û pêdiviyên taybet ên leşkerî ji bo zêdetirî 10 hezar jinan re çêkirine.

Irina Nikorak serperiştiya vî karî dike û di heman demê de Parlamentera Ukraynayê ye.

Ew her wiha seroka rêxistineke taybet a çêkirina cil û bergên leşkerî ye.

Li gorî gotina Nikorak, sedema hilbijartina vî karî ew e ku cil û bergên leşkerên jin neguncaw bûn lewma wê bi alîkariya xelkê û çend rêxistinên din pêwîst dît ku vî karî bike.

“Her tişt li gorî mêran hatiye çêkirin”

Siyasetmedar Irina Nikorakê behsa vê serpêhatiyê kir û ji Rûdawê re got:

"Dema min zanî jinên parastvan ên di nav artêşa Ukraynayê de neçar in cilên binî yên mêran û cilên leşkerî yên wan li xwe bikin û her tişt li gorî şiklê laşê mêran hatiye çêkirin.

Min biryar da ku vê rewşê biguherim.

Ji ber ku piştî êrişê bi hezaran jin bi dilxwazî tevlî artêşê bûn û ev yek didome.

 Her wiha li Ukraynayê 4-5 kargehên me hene ku yelek ên taybet ji bo jinan çêdikin."

Voktoria Runa ku çend rojan berê ji eniya şer a nêzîkî Bakhmutê vegeriyaye, 26 salî ye û ji 19 saliya xwe ve di nav hêzên Ukraynayê de ye.

Ew niha fermandeya tabûreke mêran e. Ew dibêje tevî ku rêxistin giringiyê didin cil û bergên leşkerî yên jinan, pêwîst e hemû tişt ji aliyê hikûmetê ve were dabînkirin.

“Amûrên me yên paqijiyê nînîn”

Fermandara leşkerî Viktoria Runayê Rûdawê re wiha got:

"Ez bawer im me behsa piştgiriyê kir. Jineke ku bixwaze beşdarî artêşê bibe, divê bizane ku herî kêm xizmetguzariyên bingehîn jê re tên dabînkirin.

Divê cil û bergekî rihet hebe di dema şer de, ji wê jî zêdetir ji ber ku ev cihekî şer e.

Wekî cebilxane û pêdiviyên paqijiyê, ji ber ku amûrên me yên paqijiya taybet ên jinan jî nînin.

Ezmûna min bi jinên leşkerî yên Amerîkayê re heye, çanteyên wan ên taybet hene, şampû û cilên jinê tê de hene.

Mixabin tiştekî bi vî rengî li cem me tuneye û heta niha jî bi dest nakevin."

Nêzîkî 100 hezar jin di nav hêzên ewlehiyê û artêşa Ukraynayê de hene.

Sala borî ji sedî 20 xwebexşên ku tevlî hêzên Ukraynayê bûn jin bûn.