Zarokek ji erdhejê rizgar dibe lê bav û dayika xwe ji dest dide

Hewlêr (Rûdaw) - Di erdhejê de, gelek dê û bavan xwe kirin mertal ji bo zarokên xwe. Li Bajarokê Etarib, li rojavayê parêzgeha Helebê zarokek bi navê Şaban heye ku sêwî maye û dê û bavê wî di erdhejê de canê xwe ji dest dane. Bavê Şaban di kêliyên dawiyê de berî herifîna mala wî kurê xwe rizgar dike lê ew û hevjîna xwe di bin kavil de dimînin.

Li bajarokê Etarib a li rojavayê parêzgeha Helebê li bakurê Sûriyê zarokê Sûrî Şaban Sewadî li gel dapîra xwe dimîne ku ji erdheja 6ê Sibatê rizgar bûye. Dema erdhej çêdibe malbat bilez ji xew radibin, bavê Şaban wî di ser pêlpêlûkê re davêje lê avahî bi ser bav û dayika wî de tê xwarê.

Zarokê rizgarbûyî Şaban Sewadî anî ziman, “Bavê min ez ji xew rakirim, ez di pêlpêlûkê re avêtim, piştre derbasî malê bû, dayika min rê nedît dakeve ji ber avahî herifî, û bavê min pêlpêlûk bi ser de ket.”

Di avahiya herifî de ji ber erdhejê Şaban, bav, dayik û sê birayên xwe ji dest dan, niha li ba dapîr û xalên xwe li hewşa avahiyê li nav çadirekê dimînin.

Dapîra Şaban Buşra Berekat a ji erdhejê rizgar bûye got, “Xesareteke mezin e. Ji nişka ve malbatek ji mala min wenda bû. Min malbatek bi temamî ji dest da, berê jî min du kes ji dest dabûn, keça min a nixurî bû. Niha jiyana min vala ye.”

Li gor Berevaniya Sivîl a Sûrî-Kumsipî, li bajarokê Etarib ji ber erdheja 6ê Sibatê, 235 kesan canê xwe ji desdt dane, 30 avahî bi temamî herifîne, û 300 avahiyên din jî zerar dîtine.