Rûsya: Li kampa Rukban destdirêjî li jinan hatiye kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rûsyayê lêkolîneke xwe derbarê Kampa Rukban belav kir û Serokê Rêxistina Pirsgirêkên Demokrasiyê, Meksîm Girîgoriyêv ragihand, ku li kampa Rukban ya koçberên Sûriyê, grûpên çekdar destdirêjiya cinsî li ser hejmarek jinên wê kampê kirine û herweha berdewam bi guleyan êrîşî her koçberekî dikin ku nêzîkî hikûmeta Sûriyê be.

Herweha Serokê Rêxistina Pirsgirêkên Demokrasiyê da zanîn, ku grûpên çekdar derbasî nava wê kampê dibin û madeyên hişbir bikar tînin, û da zanîn, ku ji ber rewşa xerab ya kampê, hejmarek ji jinan naçar bûne, ji bo xwedîkirina zarokên xwe, leşfiroşiyê bikin.

Derbarê kampa koçberên Rukban li Sûriyê, me lêkolînek encam da ku têde me pirsyar ji 248 koçberan kir ku li wê kampê dijiyan û reviyabûn, dema ku me ji wan pirsî nebbibû du rojan ji wê kampê reviyabûn.

Serokê Rêxistina Pirsgirêkên Demokrasiyê, Meksîm Girîgoriyêv dibêje, “Me li gel 50 kesan ji wan gotûbêjeke dûr û dirêj kir, weke ew dibêjin, hejmarek ji çekdaran berdewam dihatin nava kampê û madeyên hişber bikar tanîn û berdewam di wê rewş de bûn, gule ber didan her kesê ku ew ne bi dilê wan ba,bo nimûne yek ji wan kesên ku bûyeran ji me re vedigot, Mihemed Ebdulrehman e, wî behsa wê yekê dikir ku bi çend şêweyên cuda birîndar bibû û gule jî berdabûn wî, ew dibêje tenê sedema wê yekê ew bû ku nerînên wî li hemberî hikûmeta Sûriyê erênî bûn, lê her çawa be karîbû xwe ji kuştinê rizgar bike."

Di dewama gotinên xwe de ew berpirsê Rûsî Amerîkayê tawanbar dike û diyar dike, "Mihemed Ebdulrehman weke şahidhalekî dibêje, ku çekdarên hatibûn nav kampê, ji aliyê Amerîka ve hatibûn perwerdekirin û pare jî dabû  wan û Amerîka bi temamî jî piştgîriya wan dikir, gelek şahidhal hene ku besha wê yekê dikin, çawa ew çekdar li xelkê dane û çawa gule berdane xelkê, sedema wê jî tenê ew bû ku beşek ji wan nêzîkî hikûmeta Sûriyê bûn.”

Meksîm Girîgoriyêv herweha diyar dike, “Gelek nimûne li cem me hene derbarê wan çekdarên  destdirêjiya cinsî bo ser jinan kirine, bo nimûne yek ji wan jinên ku em ligel axivîn, bi navê Fatîme Hisên Cumeyid  e, ew keçeke 9 salî ye û çekdaran destdirêjî cinsî li wê kiribû. Ew keç behsa wê yekê dike ku çekdaran zarok weke dîl girtibûn û li hemberî berdana wan daxwaza pareyekî zêde dikirin.”

Girîgoriyêv  dibêje, tundûtîjiyên li hemberî zarokan li wê kampê gelek zêde ne û radiighîne, “Weke min got, gelek nimûne li ber destê me hene. Nimûneyeke din Elî Xelîfe El Şefa ye, ew behsa wê yekê dike ku ji ber krîz û bûyerên nexweş ku li kampa Rukban rûdidin, beşek ji jinên wê kampê naçar bûne, laşfiroşiyê bikin, ew jî ji bo ku hinekî pare peyda bikin û pareyekî nan bi dest wan bikeve ji bo ku zarokên xwe xwedî bikin û ji birçîbûnê nemirin, bi taybet jinên ku bê mêrin, ji ber ku pirsgirêka birçîbûn û nebûna xwarin û avê ji pirsgirêkên sereke yên wê kampê ye.”