El-Colanî gef li komên çekdar ên li Idlibê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Cebhet El-Nusreyê ku navê xwe guhertiye û kiriye Heyet Tehrîr El-Şam, Ebû Mihemed El-Colanî gef li komên çekdar ên li Idlibê xwar û ragihand, her grûpeke çekdar ên opozisyonê li Idlibê diyalogê bi hikûeneta Sûriyê re bike, xayîn e.

 

Di peyameke vîdyoyî de, Ebû Mihemed El-Colanî daye xuyakirin, ku ew ti carî ew dest ji çekên xwe bernadin.

 

El-Colanî got, her girûpeke opozisyonê ku li Idlibê dimîne, eger fikra wê yekê bike ku diyalogê bi hikûmeta Sûriyê re bike, ew dê weke dijmin û xayîn bihesibînin.

 

Serokê grûpa Heyet Tehrîr El-Şam destnîşan kiriye, ew êrêkevtinên ku di navbera girûpên opozisyonê û hikûmeta Sûriyê de li Deraa û gundewarê Şamê çêbûne, li Idlibê dubare nabin.

 

Ev daxuyaniya Ebû Mihemed El-Colanî di demeke de tê, ku Rûsya daxwaz ji Tirkiyê kiriye, rewşa Idlibê çareser bike û dawî li grûpa Cebhe El-Nusre (Heyet Tehrîr El-Şam) bîne, daku ew parêzgehê ji operasyonên artêşa Sûriyê were parastin.