Li Helebê 2 keşîş hatin revandin

Heleb (Rûdaw/Ajans) – Li ser rêya bajarê Heleb ê Sûriyê 2 keşîş hatin revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Dema keşîş Bols Elyezijî ji Tirkiyê vedigeriya Sûriyê û piştî keşîş Yuhena Îbrahîm xwest biçe pêşwaziyê, herdu jî hatin revandin.

Heta niha nayê zanîn ku herdu keşîş ji aliyê kê ve hatine revandin.