Li Dîlokê şofêrên barhilgiran dest bi grevê kirine

Hewlêr (Rûdaw) - Şofêrên barhilgiran ji biryara Encûmena Bajarê Cerablusê nerazî ne ku çûn û hatina barhilgiran di wî deriyê sînor re sînordar kiriye.

Li Deriyê Sînorî yê Karkamişê li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê,  hejmarek şofêrên barhilgiran ji wê biryara Encûmena Bajarê Cerablusê yê Sûriyê nerazî ne ku çûn û hatina barhilgiran di wî deriyê sînor re sînordar kiriye û ji ber vê yekê jî dest bi grevê kirine.

Şofêrekî barhilgirê dibêje, “Em ti pereyan qezenc nakin. Li gor wê biryara encûmenê daye berhemên wek seramîk, şekir, hesin, ard û xweraka ajelan bi mohleta taybet tên veguhestin. Ev biryar li deriyên din ên sînor nayê cîbicîhkirin. Wek mînak li Çobanbey, Oncupinar, Cilvegoz, Akçekale û li Ceylanpinarê nayê cîbicîhkirin.”

Encûmena Bajarê Cerablusê ku di bin kontrola grûpên çekdar ên Sûriyê de ye, bi hinceta ku ew çemento û kel û pelên di wî deriyê sînor re tên derbaskirin, digihin destê PYDê, mohleta veguehstina çementoyê di wî deriyê sînor re daye yek kompanyayê û şofêrên kompanyayên din divê mohleta taybet ji wê encûmenê werbigrin.

Şofêrê  barhilgirê dibêje, “Em daxwaz dikin Encûmena Cerablusê ji wê biryara xwe vegere bo bidawîbûna wê neheqiya li beramber şofêran tê kirin. Hemû birayên me yên şofêr li vê derê ne, ji ber Coronayê me bangî hemûyan nekir. Li ser çalakiya xwe berdewam dibin heta dighin encamê. Daxwazê ji karbidestên dewletê dikin ku hevkariya me bikin.”

Karkamiş take deriyê sînor ê parêzgeha Dîlokê ye ligel Sûriyê. Di vî deriyê sînor zêdeyî hezar şofêrên barhilgiran kar dikin û çavkaniyeke girîng a debara xelkê wî sînorî ye.