Colanî bi rûspiyê Durziyan Canbolat re civiya
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê rêveberiya nû ya Sûriyeyê Ehmed Şera û lîderê Durziyên Libnanê Welîd Canbolat li Şamê li hev civiyan.
Serokê Tehrîr El Şamê Ehmed Şer (Colanî) bi Serokê Partiya Sosyalîst a Pêşverû a Libnanê Welîd Canbolat re hevdîtinek kir.
Colanî piştî hevdîtinê daxuyanî da çapemeniyê û got, "Rejîm ji bo têkbirina yekitiya Sûriyeyê xebitî."
Her wiha Colanî diyar kir ku zarok, dayik û xwişk û bira bi salan ji hev cuda bûne û wiha got: "Operasyona ku me kir operasyoneke eşkere bû."
Colanî wiha pê de çû, "Binêrin, li bajarên mezin tu kes ji cih û warên xwe nebû. Perçeyek jî nehat rûxandin."
Colanî diyar kir ku rejîma Beşar Esed "bi rêbazeke mezhebî hewl dida hebûna xwe biparêze."
Canbolat di pêwendiya telefonî ya 15ê Kanûna Pêşîn de, ji ber hilweşandina rêjîma Esed, Colanî pîroz kiribû.
Serokê Tehrîr El Şamê Ehmed Şer (Colanî) bi Serokê Partiya Bipêşketina Hevpar Welîd Canbolat re hevdîtinek kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 22, 2024
🛑 Welîd Canbolat yek ji rûspî û pêşengên Durziyan e pic.twitter.com/Spz7RbkQdr
Welîd Canbolat yek ji rûspî û pêşengên Durziyan e
Bavê Velîd Canbolat, damezrînerê Partiya Sosyalîst a Pêşverû Kemal Canbolat, 2 sal piştî ku şerê navxweyî yê li Lubnanê dest pê kir, di sala 1977an de hat qetilkirin.
Welîd Canbolat piştî mirina bavê xwe bû serokê Serokê Partiya Sosyalîst a Pêşverû û 46 sal in vê erkê bi rê ve dibe.
Canbolat di heman demê de rêberê herî girîng ê civaka Durzyan a Libnanê ye.
Bavê Welîd Canbolat, Kemal Canbolat di 16ê Adara 1977an de di wesayîta xwe de ji aliyê çekdarekî nenas ve hatibû kuştin.
Velid Canbolat di sala 2015an de li Dadgeha Taybet a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Lubnanê di îfadeya xwe de gotibû ku rejîma Sûriyeyê li pişt kuştina bavê wî ye.