Platforma Moskow: Îtîlaf xwe ji rêkevtinên îmzekirî vedişêre
Navenda Nûçeyan - Platforma Moskowê dibêje, ku Îtîlafa Dijbereya Sûriyê rastiya rêkevtinên imzekirî vedişêre.
Çarenivîsa Serokê Sûriyê Beşar Esed pirsgirêkan di nav Dijbereya Sûriyê de derdixe û Platforma Moskowê dibêje, ku Îtîlafa Dijbereya Sûriyê rastiya rêkevtinên imzekirî vedişêre.
Nûnerê Platforma Moskowê, Ela Erefat raportek derbarê civînên wan bi nûnerên Itîlafa Opozisyona Sûriyê re ji serokatiya platforma xwe re pêşkêş kiriye, ku berê navê Platforma Riyadê li wê dihat kirin.
Di raportê de hatiye, ku nûnerên îtîlafê rastiya rêkevtinên îmzekirî ji Platforma Moskowê vedişêrin, bi taybetî ji wan xalên ku girêdayî çarenivîs û berdewamiya Esed di serokatiya Sûriyê de ne.
Di raportê de ev yek jî hatiye, ku nûnerê îtîlafê, ew agahdar kirine ku nabe bi yekcarî xalên rêkevtinê bêne eşkerekirin.
Ev hevîdtinên di navbera nûnerên Platforma Mosko û nûnerên Itîlafa Opzosiyona Sûriyê di çarçoveya wan amadekariyan tên, daku tevahiya aliyên opozisyonê, şandeke hevbeş pêk bînin û bi wê şandê beşdarî danûstandinên Cinêvê bibin.