Beşar Esed: Em çend caran bi Amerîkiyan re civiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esed got, “Em çend caran bi berpirsên Amerîkî re civiyane.”

Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esed ji televîzyoneke Guricistanê re mijarên li rojevê nirxandin.

Beşar Esed got, divê ew hewl bidin da ku karibin bi welatên Rojavayî re pêwendiyan ava bikin.

“Amerîkayê axa me dagir kiriye”

Esed li ser hebûna Amerîkayê ya li Sûriyeyê da zanîn:

“Niha Amerîkayê bi awayekî neyasayî beşeke axa me dagir kiriye.

Em çend caran bi wan re civiyane lê ti ancama van civînan çênebûye.”

Amerîkayê ji sala 2011an ve pêwendiyên xwe yên bi Amerîkayê re birîne û cezayan li serê ferz dike.

Li gorî berpirsên Amerîkayê herî kêm 900 leşkerên Amerîkayê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hene û piraniya wan li Rojavayê Kurdistanê ne.