Behiya Mardînî: Heta niha qedera jinên girtî yên Sûriyê diyar nîne

Hewlêr (Rûdaw) - Endama ofîsa cîbicîkar a Yekîtiya Demoratên Sûriyê Behiya Mardînî ji Rûdawê re ragihand ku ew 128 jinên Sûriyê yên girtî yên diviyabû serbest werin berdan, hê jî girtî ne .

Mardînî tekez kir ku serbestberdana her 9 girtiyên Libnanî û herdû balafirvanên Tirkiyê bazareke sêalî bû û diviyabû 128 jinên Sûriyê jî serbest bêne berdan.

Berhiya Mardînî destnîşan kir ku hin zanyarî hene ku 100 milyon dolar ji koma çekdar a bi navê Lîwaya Asifet El Şemal re hatiye dayîn ji ber temamkirina vê bazarê û got ku ew 'erzankirina xwîna gelê Sûriyê şermezar dike'.

Li ser mijarekî din , Behiya Mardînî anî ziman ku roja 22ê cotmehê dê li Londonê Konferansa Hevalên Sûriyê bê lidarxistin û ew weke amadekariyekê ji Jinêv2 re binav kir.

Mardînî got ku ew konferans ji bo piştgiriya opozîsyona Sûriyê ye û derfeteke baş e ji bo dariştina dosyeyan bi Hevpeymaniya Niştîmanî re.

Endama ofîsa cîbicîkar a Yekîtiya Demokratên Sûriyê got ku Encumena Niştînamî ya Kurdî û Hevpeymaniya Niştîmanî dikarin lihev bikin û doza Kurdî gotûbêj bikin ji bo avakirina şandeke hevbeş ji bo beşdarî  Cenêv 2 bibe