Qedrî Cemîl bo Rûdawê: Platforma Moskowê ber bi Cinêvê birêket, lê PYD nehat vexwandin

Hewlêr (Rûdaw) - Serkirdeyekî Dijbereya Sûriyê eşkere kir, ku Paltforma Moskow bo danûstandinên Cinêvê hatiye vexwendin. Wî berpirsî herwiha got, tevî ku wan gelek hewl dan, lê PYD nehatiye vexwendin.

 

Serokê Partiya Îradeya Gelerî Qedrî Cemîl, ku wek Berpirsê Platforma Moskow a Dijbereya Sûriyê tê naskirin, di daxuyaniyeke taybet de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, platforma wan bi awayekî fermî bo danûstandinên Cinêv-4 hatiye vexwendin.

 

Qedrî Cemîl da xuyakirin, ku 5 nûnerên wan niha ber bi Cinêvê ve birêketine.

 

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de, Qedrî Cemîl ji Rûdawê re ev yek jî da zanîn, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji bo hevdîtinên Cinêvê nehat vexwandin.

 

Cemîl got, tevî ku wan gelek hewl dabûn ku PYDê jî di danûstadinên Cinêvê de amade bibe, lê PYD nehatiye vexwendin.

 

Berpirsê Platforma Moskowê sedema venexwandina PYDê vegerand bo wan guvaşên herêmî ku li ser Şandiyê Taybetê Netewên Yekbûyî bo pirsa Sûriyê Staffan De Mistura têne kirin.