Îsraîlê êrişî komên nêzikî Îranê kir: Gelek efser hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê li bajarê Palmîrayê yê parêzgeha Himsê yê Sûriyeyê êrişî hêzên Sûriyeyê û komên nêzikî Îranê kir, 41 kes hatin kuştin.
Balafirên şer ên Îsraîlê îro li bajarê Palmîrayê (Tedmûr) êrişî balafirgeheke leşkerî û baregehên komên nêzikî Îranê kir.
Li gorî çavkaniyên leşkerî yên Sûriyeyê, di encama êrişên Îsraîlê de gelek efserên Sûriyeyê jî di nav de 41 kes hatine kuştin û herî kêm 50 kes jî birîndar bûne.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku 22 kesên ku hatine kuştin ne ji Sûriyeyê ne.
Her wiha ajansa nûçeyan a North Pressê ragihand ku 4 êriş li Palmîrayê û 2 êriş jî li Balafirgeha Leşkerî ya T4ê ya nêzikî Palmîrayê hatine kirin.
Li gorî çavkaniyên nêzikî Hikûmeta Sûriyeyê tîman kesên ku di êrişê de birîndar bûne birine Nexweşxaneya Neteweyî ya Palmîrayê.