Hewlêr (Rûdaw)- Bijîşkê birîtanî, Davîd Not, ku 5 heftiyan li nexweşxaneyekê li bakurê Sûriyê karê neştergeriyê dikir, tekez kir ku wî çend jinên ducanî ku ji aliyê nîşangiran ve hatibûn birîndarkirin, derman kirine.
Not, ku bijîşkê damarên xwînê ye li du nexweşxaneyên Londonê, ji rojnameya Times û tora BBC re da zanîn ku weha diyar bû nîşangiran lîstikek dikirin, ji ber ku birînên birîndaran weke hev bûn.
Bijîşkê Birîtanî diyar kir ku rojekê, birîn hemû li rahnan bûn, roja din li sîngê bû, rojekê hemû jinên ducanî bûn.
Davîd Not got, ew lîstikek bû û me bihîst ku nîşangir beramber hejmara qurbaniyên xwe pakêtên cixareyan werdigrin.
Not ku bi salan e, karê mirovane yê xwebexş dike û ev duyemîn serdana wî ji bo Sûriyê bû, tekez kir ku ji sedî nod ji birîndaran xelkê sivîl bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse