Îdlib: Xwendekar ji ber şer û hejariyê nikarin biçin dibistanê
Hewlêr (Rûdaw) – Li Sûriyeyê dibistanên taybet 17ê Îlonê deriyên xwe ji xwendekaran vekirin û dibistanên fermî jî 30ê Îlonê dê deriyên xwe vekin.
Li gundê Berdeqliyê yê bakurê parêzgeha Îdlibê ya bakurê rojavayê Sûriyeyê ji ber xirabiya rewşa aboriyê hinek xwendekaran dest bi dibistanê nekir.
Ji ber ku rêxistinên mirovî piştevaniya darayî ya li ser saziyên perwerdeyê qut kiriye, vê yekê bandoreke nerênî li sîstema xwendinê, mamoste û xwendekaran kiriye.
“Heta 5-10 dolaran jî xelk nikare bide”
Rêveberê Dibistana Binbaşê Fedil Umer Şebûq li ser rewşê got:
“Me lêkolînek li ser xerciyan çêkir û me hewl da wan kêm bikin.
Heta me karî xercî li ser xwendekaran kêm kirin, ji bexçeyên zarokan bigire heta dibistanên amadehiyê.
Me daşikandinên mezin kirine lê rewşa xelkê zêde xirab e. Heta 5-10 dolaran jî xelk nikare bide.”
Di dema malbatên dewlemend zarokên xwe dişînin dibistanên taybet , malbatên hejar neçar in zarokên xwe bişînin cihên ked û kar.
Koçberê Sûriyeyî Ebdulmuhib Asaad jî got:
“Pere li ba min nînin daku zarokên xwe di dibistanên taybet de bidim xwendin. Xelk koçber in û kar nîne.
Çar zarokên min ên dibistanê ne, xerciyên wan zêde ne. Ez bi hêvî me piştevaniya dibistanan bê kirin.
Eger zarokên min ji xwendinê qut bibin, ez neçar im wan bişînim ser kar, di encamê de siberoja wan û siberoja hemû zarokan wenda dibe.”
Tevî rewşa aboriyê ya xirab, şer û teqîn jî li bakurê rojavayê Idlibê dibin rêgir li ber çûyîna zarokan a dibistanan.
“Min dest ji xwendinê berda û dest bi kar kir”
Koçberê ji Mearet Numanê Şerîf Barûk anî ziman:
“Ez diçûm dibistanê lê ji ber teqînên berdewam em neçar dibûn vegerin malê, ji ber teqînan min dest ji xwendinê berda û dest bi kar kir.
Herwiha ji ber teqînan em ji cihekî diçûn cihekî din û kirêya xaniyan jî biha bû, lewma her ku ez diçûm dibistanê teqîn çêdibûn, êdî neçar bûm dest ji xwendinê berdim û dest bi kar bikim.”
Niha li parêzgeha Îdlibê zêdetirî 3 milyon kes di bin desthilata Desteya Tehrîr el-Şam a ku Nusreya berê ya El Qaîdeyê de dijîn.
Nîvê wan ji parêzgehên din ên Sûriyeyê ji ber şerê navxwe reviyane û li nav zêdetirî 1200 kampên bêserûber dimînin.
Piraniya wan di bin hêla hejariyê de ne û bi alîkariyên Neteweyên Yekbûyî dijîn.