Li Ezazê xwepêşanderan bi ser baregeha Îtilafa Sûriyeyê de girt

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Ezazê yê bakurê Helebê, baregeha Îtilafa muxalefeta Sûriyeyê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê hate daxistin.

Roja sêşemê, hejmarek welatiyên Ezazê bi serkêşiya miftiyê bajarê Ezazê di bin destê hêzên muxalefeta Sûriyeyê de ye xwepêşandan kir.

Hadî el-Behre wekî serokê Îtilafa Sûriyeyê hatibû hilbijartin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, xwepêşandan li dijî Îtîlafa muxalefeta Sûriyeyê bû ku Hadî el-Behre wekî serokê wê yê nû hatiye hilbijartin.

Hadî el-Behre wekî serokê Îtilafa Sûriyeyê hatibû hilbijartin.

Xwepêşanderan nerazîbûna xwe ji hilbijartina Hadî el-Behre nîşan dan

Herwiha xwepêşanderan diyar kirin ku Hadî el-Behre bi darê zorê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye destnîşankirin.

Piştî xwepêşandanê xelk çûye nav baregeha Îtîlafê.

Xepêşanderan berpirs û karmendên barêgehê ji derxistin û baregeh daxistin.