Ceyş El-Îslam rêya Hims û Şamê kontrol kir

Navenda Nûçeyan - Koma Ceyş El-Îslam a dijbereya Sûriyê ragihand ku çekdarên wê rêya di navbera Hims û Şamê de û herwiha çiyayên raserî wê jî kontrol kirine.

 

Koma Ceyş El-Îslam di daxuyaniyekê de ragihand ku piştî şerekî dijwar şervanên wan rêya di navbera Şam û Himsê de  kontrol kirine.

 

Li gorî daxuyaniyê, rêya ji pira Heresta û heta duryana kampa koçberan di bin kontrola şervanên koma navborî de ye.

 

Di daxuyaniya xwe de, Ceyş El-Islam dide zanîn ku ew rê ji saet 06.00ê sibehê heta 18.00ê êvarê, li pêş sivîlan vekiriye.