Taxa Şêx Meqsûd hat topbarankirin: 4 kuştî, 7 birîndar!

Hewlêr (Rûdaw) – Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê yê Sûriyê, ku wek  taxa Kurdan tê nasîn, rastî topbarana çekdarên îslamî yên radîkal hat, 4 sivîl mirin.

Duh danê êvarê çekdarên îslamî yên radîkal taxa Şêx Meqsûd a Helebê dan ber topan.

Li gorî agahiyan, di encamê de 4 sivîl hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

Ji aliyekî din, YPGê nasnmaeya 4 şervanên ku rojên 15 û 16ê Adara îsal di şerê li herêma Şedadî ya Hesekê de şehîd bibûn, eşkere kir.

2 ji wan şervanan, Bakurî û yên din jî xelkê Rojavayê Kurdistanê bûn.