Şer û hişkesalî zeviyên Sûriyê wêran dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor raportekê, ji ber pêlên hişkesaliyê yên demdirêj û ziwabûna çeman, şerê dijî DAIŞê û milmilaneyên çekdarî, zeviyên Sûriyê li ber jinavçûnê ne û wê yekê bandor li jiyana xelkê û ewlehiya xorakê li wî welatî kiriye.

Rojnameya New York Times a Amerîkî di raportekê de dibêje, ji ber pêlên hişkesaliyê yên demdirêj û ziwabûna çeman, şerê dijî DAIŞê û milmilaneya çekdarî, zeviyên Sûriyê yên çandiniyê ber bi jinavçûnê ve ne. Li gor raportê, hişkesalî û guherîna keşûhewayê di rengê nanê wî welatî de diyar dibe, ji rengê sipî yê vekirî bo rengê zer ê girtî guheriye.

Li gor UNICEFê, ji dawiya 2019ê û şûn de, Tirkiyê 24 caran av ji ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê qut kiriye, ku ev yek bûye sedema nebûna ewlekariya xorakê û bilindbûna nirxê keresteyên sereke li navçeyê.

Di Nîsana 2021ê de, Rêveberiya Xweser li Bakurê Rojhilatê Sûriyê ragihand ku rêjeya ava Çemê Firatê zêdeyî pênc metreyan, li Gola Bendava Tişrîn zêdeyî 4 metre û li Gola Bendava Firatê jî zêdeyî 3 metreyan daketiye.