Dêre Zor (Rûdaw) - Li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê şerê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û çekdarên DAIŞê berdewam dike û hejmareke din ji welatiyên sivîl ji navçeyên bin destê DAIŞê reviya û xwe gihandin devera bin kontrola HSDê.
Welatiyekî Ereb ku ji navçeya Sûse ya girêdayê Dêra Zorê koçber bûye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku çekdarên DAIŞê mayinan li ser rêyan datînin, daku sivîl nikarbin birevin û got: “Ez ji Sûse me, em bi şev derketin û reviyan, bi rêya vê çolê em derketin.”
Welatiyekî din jî dibêje: “Bombe bi ser me de dihatin, balafiran êriş dikirin, em gelek tengav bûn û em derketin. Ez jî bi xwe ji Sûse me.”
Bavê Hisnî yê temen 60 salî ku bi zehmetî xwe ji Sûsê gihandiye deverên aram ên di bin kontrola HSDê de, behsa wê yekê dike ku hevjîn û zarokên wî berî wî derketine û niha ew jî dixwaze bigihîje wan.
Bavê Hisnî dibêje: “Em derketin bêguman ji ber ku jiyana rojane xirab bû. Em neçar bûn ku derkevin. Ew jî bi şev û bi rêya vê çolê. Spas ji Xwedê re em bi saxî gihiştin vê derê. Bi rastî mayin hebûn, ew jî li ser rêyan ji aliyê çekdarên DAIŞê ve têne danîn.”
Li aliyê rojhilatê bajarokê Hecîn, şerekî dijwar ê kolan bi kolan tê kirin û şervanên HSDê hewl didin ku pêşveçûnên zêdetir ber bi Sûse û Şexife ve bi dest bixin. Welatiyên sivîl jî piştî encamdana pişkinînên pêwîst, ber bi kampa Holê ve dibin.
Fermandarekî HSDê ji Rûdawê re ragihand ku şerekî giran diqewime û dawiya şerê DAIŞê tê.
Li rojhilatê çemê Feratê di operasyona jinavbirina pêgehên herî dawî yên DAIŞê de heta niha derdora hezar çekdarên rêxistina DAIŞê hatine kuştin û 500 şervanên HSDê jî jiyana xwe ji dest dane. Çandina bombeyan bikaranîna welatiyên sivîl weke mertalên zindî, astengiyan li ber dema ragihandina kontrolkirina Hecînê çêdike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse