Qedrî Cemîl: Gelê kurd li Sûriyê helwesteke niştimanî nîşan da

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê serokwezîrê Sûriyê û wezîrê bazirganiya navxwe, Qedrî Cemîl ji Rûdawê re ragihand ku gelê kurd li navçeyên kurdî helwesteke pêşketî, aştiyane û niştimanî ya paye bilind nîşan dane, lewra niha grûbên radîkal tolê jê vedikin û komkujiyan li dijî wan bikar tînin.

Cemîl diyar kir ku pêwendiyên hikûmeta Sûriyê ligel partiyên kurd bi giştî baş in, ew beşeke sereke ne ji opozisyonê û dê beşdarî kongreya Cenêv 2 bibin.

Derbarê rêvebirina herêmên kurdî de, Qedrî Cemîl got: “Ew herêm di destê xelkê wan herêman de ye. Hêzên ku hebûna wan li ser erdê heye û dijî destêwerdana derve ne û Rêvebriya xweserî damezrandine, wan herêman birêve dibin. Lê hinek hêzên hikûmeta Sûriyê jî li Qamişlo û Hesekê hene.”

Derbarê têkiliyên hikûmeta Sûriyê û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de Cemîl wiha got: “Rewşa li ser erdê şêweyê hevsaziyê di navbera hêzên ku xelkên sivîl diparêzin û yekîneyên artêşa Sûriyê de ferz dike. Ev de facto ye û hevsasî di navbera herdu aliyan de karekî jîwarî ye û heye.”

Li ser raporta televizyona Rûsya Îro ku gotibû firokexaneya Qamişlo bi şêweyekî hevbeş di navbera artêşa Sûriyê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ser bi PYDê ve tê parastin, Cemîl got: “Ev yek rast e û geştên di navbera Şam û Qamişlo de bi şêweyekî normal encam didin.”

Cemîl destnîşan kir ku ger rêkeftin di navbera hêzên Sûriyê û YPGê de hebe, ew rêkeftineke navxwe ye ku rewşa li ser erdê ferz kiriye.

Derbarê daxwazên kurdan de û bi taybetî daxwaza federalîzmê, Cemîl wiha got: “Nabe aliyekî kurd bi tena xwe mafên kurdan destnîşan bike, divê hemû aliyên kurd bi hev re van mafan destnîşan bikin. Bi şêweyekî aştiyane û bi diyalogê di çarçoveya Sûriyê de werin gûftogokirin. Di rewşa Sûriyê de kurd parek in ji maseya diyalogê, divê bi tifaqiya tevahiya sûriyan ji şêweyê çareserkirina pirsa kurd razîbin.”