Dêra Mar Mûsa el-Hebeşî ya li Çiyayên Qelemûnê hat vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Dêra Mar Mûsa el-Hebeşî ya kevnar a li ser Çiyayên Qelemûn ên Sûriyê hate vekirin. Dêra Mar Mûsa el-Hebeşî 80 kîlometre dikeve bakurê Şamê, ji ber şerê navxwe yê Sûriyê û Coronayê deriyê wê li serdankeran hatibû girtin.

Keşeya Dêra Mar Mûsa el-Hebeşî Yûsif el-Helebî anî ziman, “Dema şer û Coronayê tu dikare bibêje Dêr vala bûbû, serdanker zêde kêm bûn, her yek ji me û yek ji wan jî ez bûm, me xwest em vê dema dirêj bi kar dagirin.”

Dêra navborî berî 30 salan ji aliyê keşeyê Îtalî Paolo Dall Oglio hatiye nûjenkirin ku ji 2013an ve ji aliyê DAIŞê ve hatiye revandin û çarenivîsa wî heta niha ne diyar e.

Serokê Dêra Mar Mûsa el-Hebeşî Cîhad Yûsif li ser dîroka dêrê got, “Keşe Paolo damezrênerê Dêrê ye û wî ev dêr nûjen kiriye, bi alîkariya ciwanên Sûriyê, Libnan û Îtalyayê ew ji wêraniyê rizgar kir, piştre dest bi jiyana rehbaniyetê kir, 30 salan li Sûriyê jiya, egera herî mezin ku ji aliyê DAIŞê ve hatibe revandin û heta niha jî em tiştekî li ser nizanin, gelo sax e an miriye.”

Hatina DAIŞê û belavbûna Coronayê di salên dawî de bandoreke zêde li çalakiyên Dêra Mar Mûsa kir, lê niha rêveberên dêrê daxwazê ji oldar û geştyaran dikin vegerin.

Cîhad Yûsif anî ziman, “Em zêde bêriya serdankeran dikin, heta dema me girtibû jî em aciz bûn, em dixwazin xelk vegerin dêrê û demeke xweş lê biqedînin, bên nimêj bikin û cihekî bo aramiyê ji xwe re bibînin û bifikirin.”

Li gor dîroknasan, Mûsayê Hebeşî di sedsala şeşem a Zayînî de ev dêr ava kiriye. Niha Dêra Mar Mûsa el-Hbeşî ji avahiya kevin û mûzexaneyeke şûnwaran pêk tê, herwiha ji du avahiyên nû, yek ji wan cihê razana rehbik û serdankeran e û yek jî kenîseyeke biçûk e ku ew bi xwe şikefteke xwezayî ye, ligel holeke civînan û kitêbxaneyeke kitêbên qedîm û nivîsarên rehbikên ku ji hezarên salan ve li vê dêrê kar kirine pêk tê, herwiha cihê xwe di Lîsteya UNESCOyê de jî dîtiye.