Ji ber berdewamiya şer 300 hezar kes ji Hema û Idlibê koçber bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Hêj jî şer li bakurê Hemayê û başûrê Idlibê berdewam e, û ji ber vî şerî zêdetirî 300 hezar kes koçber bûne. Ev koçber li ser sînorê Tirkiyê bicih bûne û di nav darên zeytûnan de kon vedane.

 

Ev bombebaran û topbarana ku li ser navçeyên bakuê Hemayê û başûrê Idlibê tên encamdan, wêrankariyeke mezin li şûn xwe dihêle.

 

Nişteciyên van navçeyan jî kavilên xwe li şûna xwe dihêlin û ber bi bakur ve direvin. Ev kampa Afamya li gundê Kefer Lûsîn li bakurê Idlibê ye. Malbatekê, ji neçarî ve kamyon kiriye kon û têde dijî.

 

Bernameya Cîhanî ya Xorakê WFP alîkariyan dabeş dike. Niha prgrama navdewletî ya xwarinê dest bi pêşkêşkirina alîkariyan bo wan koçberan kiriye, lê ew alîkarî têra wan nake.

 

Koçbera bi avê Reşa dibêje:  “Piştî me mal û zeviyên xwe ji dest dan, tiştekî me nema, em tenê konekî dixwazin. Îmkanên min nînim konekî bo zarokên xwe bikirim.”

 

Nûnera WFP, Corinne Fleischer radigihîne: “Bernameya xwarinê saet bi saet xwarina amadekirî dabeş dike, ew ne li nav kampê û ne li hîç deverekê nayê amadekirin, em hewl didin ku bikarin mehane xwarinê ji bo 800,000 dabîn bikin.”

 

Li gundê Atmê jî piraniya koçberan bê kon in.

 

Corinne Fleischer tekez dike: “Em daxwazê li hemû aliyê şer dikin ku vî şerî rawestînin, û jiyana sivîlan, û jêrxaneyan biprêzin û wê garantiyê bidin ku em bigihêjin her deverê daku alîkariyê van kesan bikin.”

 

Şer û pevçûn li bakurê Hemayê û başûrê Idlibê bûne sedem ku bêhtirî 300 hezar kes berû bakur birevin.