Hevpeymaniya Navdewletî û Encûmena Leşkerî ya Minbicê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ligel Encûmena Leşkerî ya Minbicê civiya. Di civînê geşedanên dawî û rewşa ewlekariyê hatin gotûbêjkirin.

 

Li gor çavkaniyên xwecihî, roja Înê şandeke Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî General James Gerard yek ji endamên şandê bû, ligel Encûmena Leşkerî ya Minbicê civiyan.


Şanda Hevpeymaniya Navdewletî ji aliyê Fermandarê Giştî yê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Mihemed Mistefa, Berdevkê Encûmenê Şervan Derwêş û endamên Encûmena Leşkerî ya Minbicê ve hat pêşwazîkirin.


Di civînê de ku li avahiya Encûmena Leşkerî ya Minbicê hat kirin, pêşhatên leşkerî û siyasî yên li navçeyê, danîna mekanîzmayeke hevbeş a karkirinê ligel şandê, bihêzkirina hevahengiyê di parastina navçeyê de hatin gotûbêjkirin.


Li gor zanyariyan, Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî General James Gerard, da zanîn ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dê li ser karkirina ligel Encûmena Leşkerî ya Minbicê berdewam bin û li wan navçeyan jî dimînin ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.