Li Munbicê girev li dijî DAÎŞê

 

Hewlêr (Rûdaw)- Li rojavayê Herêma Kobanî tirs ji derketina şer di navbera çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî li Şam û Îraqê DAÎŞ a tundrew û hêzên YPGê heye.

 

Çavkaniyeke rojnamevanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku piştî aloziyên ku di navbera artêşa Azad û DAÎŞê de li bajarê Munbicê derketine, alozî li deverên rojavayê Kobanî derketine û tirsa derketina şer heye.

 

Heman çavkaniyê ji Rûdawê re got ku duh xelkê bajarê Munbicê li dijî kiryarên DAÎŞê ketin gireva giştî de û deriyê dukanên xwe girtin.

 

Çavkaniyê da zanîn ku çekdarên DAÎŞê hewil dan ku bi darê zorê dukanên xelkê vekin lê hêzên artêşa azad şer bi çekdarên DAÎŞê re kirin û di encamê de 3ê endamên grûpa tundrew hatin kuştin.

 

Çavkaniya rojnamevanî tekez kir ku artêşa azad beşek ji bajarê Munbicê kontrol kiriye û tê çaverêkirin ku şer û pevçûnên di navbera her du aliyan de berfirehtir û dijwartir bibin.