Îsraîlê êrîşî Şamê kir: Gelek kuştî û birîndar hene

19-02-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di êrîşeke mûşekî ya Îsraîlê de bo ser paytexta Sûriyê herî kêm 15 kesan canê xwe ji dest dan. Berbanga roja Yekşemê 19ê Sibata 2023an, Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê di daxuyaniyekê de got: “Demjimêr 00:22 deqe Îsraîlê êrîşeke esmanî ji bilindahiyên Colana dagîrkirî ve pêk aniye û di encam de çend navçe li Şamê û derdora wê, di nav de taxên niştecihbûnên kiriye armanc.

Êrîşên Îsraîlê bo ser Sûriyê ne veşartî ne, lê Îsraîl kêm nav dilê paytexta Sûriyê dike armanc. Êrîşa vê carê Taxa Kefir Sûse bi “mûşekê” kir armanc ku cihê niştecihbûna berpirsên paye bilind ên Sûriyê û bingehê hêzên emnî û îstixbaratî yên wî welatî ye.

Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê destpêkê ragihand ku di êrîşê de yek jê serbaz pênc kes hatine kuştin û 15 kesên din ên sivîl jî birîndar bûne. Çavkaniyên xwecihî piştrast kirine ku êrîşê nêzîkê navendeke kulturî ya Îranî kiriye armanc û di encam de sivîl jî di nav de 15 kes hatine kuştin.

Çend dîmen ji aliyê televizyona fermî ya Sûriyê ve hatine belavkirin ku têde dixuye avahiyeke 10 qatî hatiye armanckirin û zerareke zêde gehiştiyê. Herwiha ji ber êrîşê, zerar gehiştiye avahiyên din ên nêzîkê cihê êrîşê. Ev êrîş mehek piştî wê yekê hat ku artêşa Îsraîlê Firokexaneya Navdewletî ya Şamê mûşekbaran kiribû û di encam de du jê serbaz çar kesan canê xwe ji dest dabûn.

Ji wê dema ku di sala 2011an de şerê navxwe yê Sûriyê destpê kir, Îsraîlê bi sedan êrîşên esmanî birine ser Sûriyê ku zêdetir hêzên hikûmeta Sûriyê û Hizbullaha nêzîkê Îranê dike armanc. Îsraîl venaşêre ku êrîşên wiha dibe ser Sûriyê û dibêje, armanca êrîşan ew e ku serdestiya Îranê li wî welatî kêm bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst