Şerê Sûriyê ji hemû aliyan ve dijwar e!

Hewlêr (Rûdaw) - Ji hemû aliyan ve şer û pevçûn û bombebarana balafiran li Sûriyê germ û dijwar in.

Rêxistin û çalakvanên Sûriyê ragihandin ku hêzên dijbereya Sûriyê li Çiyayê Laziqiyê şerekî giran li dijî hêzên Artêşa Sûriyê û alîgirên wê kirin û karîbûn li wê deverê pêşde biçin.

Li parêzgeha Helebê jî hêj şer heye û hêzên Hikûmeta Sûriyê li cih û navendên çekdarên dijbereyê û hêzên îslamî li taxa Zehra dan. Li başûrê rojavayê wê parêzgehê jî li navçeya Xan Toman şer û pevçûnên giran di navbera herdu aliyan de derketin.

Herwiha piştî şerekî dijwar li gundewarên Hemayê, di navbera hêzên dijbereyê û Artêşa Sûriyê de, dijbereyê destê xwe danîne ser kargehekê ku hêzên Sûriyê kiribûn navendeke leşkerî û li wê derê 16 leşkerên wan kuştin.

Li Xutaya Rojhilat jî, hêzên opozisyonê li eniya Merc li Artêşa Sûriyê dan û tenê li cihekî 22 leşkerên wan kuştin, lê balafirên Rûsyayê zû bi wan ve hatin û çekdarên dijbereyê bi tundî dane ber bombeyan û gelek ziyan gihandine wan.

Çekdarên DAIŞê yên ku hêzên Artêşa Sûriyê,  li çend taxên Dêrezorê dorpêç kirine, dîsa êrişî wan taxan kirin û piştî şerekî sê rojan karîbûn çend taxan kontrol bikin û dorpêçê li ser wan xurtir bikin.

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan, çekdarên DAIŞê karîbûn destê xwe deynin ser çend taxan, li başûr û rojavayê Dêrezorê, herwiha navendeke leşkerî ji destê hêzên Artêşa Sûriyê derxistin.

Li gorî medyaya Hikûmeta Sûriyê, hêzên Artêşa Sûriyê li wî bajarî bersiva êrişê DAIŞê dide, lê heta niha 300 sivîl ku piraniya wan jin û zarok in, di nava wan şer û pevçûnên giran de, jiyana xwe ji dest dane.

Rewangeha Sûrî ragihand ku 400 kes ji aliyê DAIŞê ve li Dêrezorê hatine girtin û ew birine bajarê Reqayê.

Neteweyên Yekbûyî derbarê rewşa Dêrezorê, hişyarî da û ragihand ku 200 hezar sivîl li wî bajarî di bin dorpêçê de ne, bê xwarin û bê av in û heta niha 15 heta 20 kesan ji wan ji birçîna mirine.