Sala nû ya xwendinê li Idlibê dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê duh yekem roja sala nû ya xwendinê bû. Li dibistaneke wê parêzgehê xwendevan tevî wêraniya dibistanê dest bi xendinê kirin. Xwendevanek dibêje, dibistana wan ji ber topbaranê wêran bûye, lê ew kêfxweşe ku dibistan hatiye vekirin.

Xwendekar û şagirtên dibistana Farîka, li Idlibê  tevî wêraniya dibistana wan, bi sedema topbaran û bombebaranê, di liv û tevger û şahiyê de ne, ji bo wergirtina waneyan.

Fatma şagirteke 9 salî ye û wiha behsa hestên xwe dike: “Îro yekem roj e li dibistanê. Dibistana min hatiye topbarankirin, lê ez gelekî jê hez dikim. Erê ev yekem roj e em hatine ji bo em bixwînin. Paşerojê dema ez mezin bibim, ez ê bibime bijîşk."

Muna jî, şagirteke wê dibistanê ye, kêfxweşiya xwe bi vekirina dibistanê eşkere dike.

Şagirta dibistanê  Idlib Muna got: “Îro yekem roja me ye li dibistanê, ez û hevalên xwe kêfxweş in, ji ber ku dibistan hatiye vekirin."

Li Sûriyê  roja 3yê vê meha Îlonê, sala nû ya xwendinê li navçeyên hikûmeta Sûriyê destpê kir. Roja 11yê heman mehê, sala nû ya xwendinê li navçeyên opozisyona Sûriyê destpê kir. 17yê Îlonê jî, li navçeyên Desteya Tehîrîr el-Şam li Idlibê destpê kir. Îro Yekşemê 18 Îlonê jî, yekem roja sala nû ya xwendin li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpê kir.