Îsraîlê êrişî Sûriyeyê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê êrişê bajarê Laziqiyeyê yê Sûriyeyê kir û li gorî agahiyan 2 kes birîndar bûne.

Ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA) ragihand ku artêşa Îsraîlê îro ber destê sibehê saet 02:50î ji Deryaya Spî êrişî bajarê benderî yê Laziqiyeyê kiriye.

SANAyê da zanîn ku di encama êrişê de 2 kes birîndar bûne û zirarên madî çêbûne.

Her wiha SANAyê diyar kir ku sîstema asmanî ya Sûriyeyê bersiv daye êrişên Îsraîlê.

Li ser êriş û cihên ku hatine hedefgirtin ti zanyariyên zêdetir nehatin eşkerekirin.

Li aliyê din, Îsraîlê hîn li ser bûyerê ti daxuyanî nedaye.