Balafirên Rûsya û Sûriyê sînorên Hema û Idlibê bombebaran dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Êrîşên asmanî li ser çend deverên bakurê Hema û başûrê Idlibê berdewam in. Di wan êrîşan de hejmareke mezin ji xelkê sivîl û çekdar hatine kuştin û birîndarkirin.

 

Ji 30 yê nîsana 2019an ve, hêzên hikûmeta Sûriyê, bi piştevaniya Rûsyayê, dest bi êrîşên asmanî û bejahî li ser navçeya ku wek navçeyeke hêmin tê naskirin, kirine.

 

Balafirêm şer ên hêzên hikûmeta Sûriyê bi berdwamî gund û bajarokên parêzgeha Idlibê bombebaran dikin. Çekdarên “Eniya Niştimanî bo Rizgarkirina Sûriyê” ser bi opozisyonê bersiva balafirên şer didin.

 

Çekdarên opozisyona Sûriyê bi çekên xwe bersiva balafirên Rûsyayê jî didin, lê ji destpêka êrîşên hêzên Sûriyê bi piştevaniya balafirên Rûsyayê ve ti balafirek nehatiye êxistin.

 

Çavdêrên serbazî dibêjin ku ev çek tenê dikarên êrîşên esmanî bi hişyarî ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê bên encamdan.

 

Eniya Niştimanî bo Rizgarkirinê gulana 2018an hatiye damezirandin û li bakurê rojavayê Sûriyê çalak e, û  ji 11 grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê pêk tê.

 

Ew enî piştevaniyeke mezin ji Tirkiyê werdigire.

 

Ji 30ê Nîsana 2019an ve, hêzên hikûmeta Sûriyê, bi piştevaniya Rûsyayê, dest bi êrîşên asmanî û bejahî li ser navçeya ku wek navçeyeke hêmin tê naskirin, kirine û ew navçe, parêzgeha Idlibê, beşek ji bakurê Hemayê, beşek ji Rojavayê Helebê û beşekê ji bakurê rojhilatê parêzgeha Laziqiyê li xwe dihgire.

 

Êrîşên balafirên Sûriyê û Rûsyayê bi taybet li ser bakurê Hemayê û başûrê parêzgeha Idlibê tên encamdan.Sibeha roja sêşemê, ku 78emîn roja êrîşên li ser deverê ye, 51 êrîşên esmanî li ser çend deverên bakurê Hema û başûrê Idlibê hatine kirin.

 

Li gor ajanseke xwecihî, di van êrîşan de herî kêm 4 kes hatine kuştin ku 2 sivîl û 2 çekdarên grûpa Ceyiş El Ize ser bi opozisyona Sûriyê ne.