Li Sûriyê grûpeke nû ya leşkerî hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şam a paytexta Sûriyê grupeke nû ya leşkerî di bin navê Tevgera Rizgariya Niştimanî ya Sûriyê hat ragihandin.

Endamên Tevgera Rizgariya Niştimanî ya Sûriyê îro Înê bi daxuyaniyeke vîdeoyî bang li welatiyên Sûriyê kirin ku destên xwe bidin hev û vê hikûmeta desthilatdar a heyî hilweşînin û xwe nespêrin ti hêzeke biyanî.

Her wiha di daxuyaniya xwe de dibêjin desthilata heyî ji bo li ser desthilatdariyê bimîne Sûriyê veguhertiye qada şerê gelek artêş û hêzên biyanî.

Tevgera Rizgariya Niştimanî ya Sûriyê di daxuyaniya xwe de got, “Em kurên we yên di Tevgera Rizgariya Niştimanî ya Sûriyê de ne, em di nava we de dijîn û em hemû hestên ku welatiyên me di hundurê Sûriyê de li seranserî axa welat weke êş û azarên ji 12 salan ve hîs dikin, dizanin. Desthilat ji bo li ser desthilatdariyê bimîne welatê me Sûriye kir qada şer ji bo gelek artêş û hêzên biyanî û kiriye spartgeheke ji hemû milîsên mezhebî û çeteyan ku axa û rûmet wêran kirine û bi welatiyan re weke penaberên biyanî danûstandinê dikin û hin caran jî weke dîlên şer.”

Tevgera Rizgariya Niştimanî ya Sûriyê her wiha anî ziman, “Bêhtirî nîvê gel koçber bûye û di kampan de ne, yên mane jî rûbirûyî rewşeke jiyanî û ewlehî ya dijwar bûne ku hemû welatiyên me yên bi rûmet girtine nava xwe. Rêjîma heyî nikaribû bi ti awayekî çareseriyekê peyda bike ji bilî çareseriya ewlehî û tundiya zêdetir. Her wiha bi sedhezaran xistine zîndanan. Êdî dem hatiye ku her kes ji me bizanibe birîna Sûriyê bêyî dermanekî Sûrî û destekî Sûrî çareser nabe. Her wiha rizgarkirina welatê me ji zordariya desthilatê xwîndar bêyî îrade û hêza Sûrî nabe.”

Tevgera Rizgariya Niştimanî ya Sûriyê di dawiya ragihandina xwe de got, “Em weke Tevgera Rizgariya Niştimanî ya Sûriyê bang li we dikin ku karekî hevbeş bikin da ku ev serpêhatiya me hemûyan bi dawî bibe, ew jî bi rêya karekî dilsoz ji bo pêkanîna aştiyê li Sûriyê û darizandina hemû kesên destên wan bi xwîna welatiyên me yên Sûriyê bûne, her wiha em bang li we dikin ku Sûriyeke nû ava bikin ku li ser bingeha hemwelatîbûnê û demokrasiyê hevgirtî be û li hemberî hemû rengên cûdabûna nijadî, mezhebî û herêmî derbikevin.”

Tevgera Rizgariya Niştimanî ya Sûriyê li ser armanca xwe jî got, “Mijara me ya sereke rawestandina trajediya welatiyên Sûriyê yên ewlehî û jiyanî ye. Her wiha kar li ser xurtkirina aştiya navxweyî ye da ku çanda lêborîn, hezkirin û hevgirtin were parastin û hemû şêwazên tundiyê û helwestên tolhildanê bêne tunekirin û berevaniya hemû xwespartinên bi hêzên derve ve were kirin. Ev yek jî bêyî ku serê rêjîma heyî neyê hilweşandin pêk nayê, bi rêya hevgirtina hemû welatiyên Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe, da ku armancên wan ên ewlehî, azadî û aştiyê pêk werin, weke hemû gelên pêşketî.”

Ji sala 2011an ve li Sûriyê piştî ku şerê navxwe dest pê kir hejmareke zêde ya grûpên çekdar û siyasî û sivîl hatine avakirin.