Hikûmeta Sûriyê deriyê Tebqa girt

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Sûriyê deriyê Tebqa li başûrê rojavayê parêzgeha Reqayê li ber tevgera otomobîl û xelkê sivîl bi temamî girt.

Li gor Rêveberiya Deriyan li bakur û rojhilatê Sûriyê, roja 15-12-2021ê , hikûmeta Sûriyê deriyê Tebqa li başûrê rojhilatê parêzgeha Reqayê li ber tevgera otomobîl û xelkê bi temamî girt.

Deriyê Tebqe li başûrê rojavayê Reqayê, navçeyên hikûmeta Sûriyê bi navçeyên Rêveberiya Xweser ve girêdide.

Di 21-3-2021ê de, hikûmeta Sûriyê bo tevgera sivîlan û karûbarên bazirganiyê derbarê hersê deriyên Tebqa û Bû Asî li Reqa û deriyê Tayhe li Minbic merc danîbûn.