Komek mezin a efserên rejîma Beşar Esed reviyan Tirkiyê
Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn ku 71 efserên rejîma Beşar Esed reviyane Tirkiyê. Tê gotin di nav wan de 6 general jî hene.
Li gorî nûçeya Reutersê, di demekî de ku şerê navxwe li Sûriyê didome 71 efserên Beşar Esed ji wî veqetiyan û reviyan Tirkiyê.
Li gorî nûçeyê, di nav wan de 6 general jî hene.
Tê gotin ev cara yekê ye ku ji destpêka şerê Sûriyê heta niha ewqas efserên rejîmê bi komî direvin.