Nûnerê NY Geir Pedersen îro serdana Sûriyê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Îro Şanderê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Krîza Sûriyê, serdana Şamê dike û li gel Wezîrê Derve yê Sûriyê dicive.

Geir Pedersen wê hem ligel wezîrê derve yê Sûriyê, Feysel Miqdad û hem jî ligel Serokê Şanda Hikûmetê yê Komîteya Destûra Sûriyê, Ehmed Kizberî bicive.

Di hevdîtinên xwe yên li gel berpirsên Sûrî de, Geir Pedersen dê gera heftemîn a civînên Komîteya Destûra Sûriyê gotûbêj bike.

Projeyeke Pederson bi navê “gav bi gav” heye, ew behsa wê yekê dike ku Amerîka û welatên rojavayî cezayên xwe li ser Şamê nehêlin yan jî kêm bikin, li hember jî Rûsya givaşan li ser hikûmeta Sûriyê bike daku pêşketinek di proseya siyasî ya Sûriyê de çêbibe.

Lê pêştir hem Wezîrê Derve yê Sûriyê û hem jî Desteya Bilind a Danûstandinan a Opozisyona Sûriyê ew pêşniyara Pedersen red kiribûn.