Îsraîl rê nade ku ti hêz li başûrê Sûriyeyê bi cih bibin
Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê li gundên parêzgeha Quneytreyê ya başûrê Sûriyeyê operasyonek kir.
Îsraîl rê nade ku komên çekdar û hêzên din nêzîkî herêmên ku bi cih bûye bibin.
Tel Avîv naxwaze heta hêzên Hikûmeta nû ya Sûriyeyê jî li wir bi cih bibin.
Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Shareen Hacksel got:
“Bi hezaran welatiyên sivîl ên Sûriyeyê ji aliyê Colanî, Heyeta Tehrîr El Şamê û artêşa nû ya Sûriyeyê ve hatin kuştin.
Heyeta Tehrîr El Şamê komeke cîhadî, Îslamî terorîst e ku bi rêya hêzê û bi piştgiriya Tirkiyeyê dest daniye ser Şamê.
Heyeta Tehrîr El Şamê, DAIŞ bû, piştre bû Qaîde, wê demê komeke cîhadî bû û niha jî cîhadî ye.
Eger serkirdeyên wan cilên fermî jî li xwe kiribin, nabe civaka navneteweyî bi vê yekê were xapandin.”
Rojên 7, 8 û 9ê mehê şer di navbera hêzên Hikûmeta Sûriyeyê û çend komên çekdar de li parêzgehên Laziqiye û Tertûsê derket.
Li gorî amarên Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ji Rûdawê re ragihand, hezar û 300 kes hatine kuştin ku piraniya wan jî sivîl bûn.
Îsraîl berpirsên nû yên Sûriyeyê wekî metirsî li ser Kurd, Elewî û Durziyan dibîne.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz jî anî ziman:
“Artêşa Îsraîlê amade ye heta demeke nediyar li Sûriyeyê bimîne.
Li herêma ku ji çekan hatiye paqijkirin û li Çiyayê Heremonê dimîne da ku ji ewlehiya başûrê Sûriyeyê bi temamî piştrast be.
Nabe herêm metirsî li ser hebe û çek tê de bin. Em silametiya herêma Durziyan diparêzin.”
Niha artêşa Îsraîlê bi dirêjahiya 100 kîlometreyan û bi kûrahiya 8 kilometreyan li nav axa Sûriyeyê ye.
Li gorî gotina wan bi xwe ew rê li ber komên çekdar digirin da ku negihêjin sînorên wan.
Li gorî Wezareta Parastinê ya Îsraîlê wan tenê 10ê mehê 40 armancên wan koman li başûrê Sûriyeyê bombebaran kirine.